Ji Pentagonê daxuyaniyeke din bo Tirkiyê: Heta ku dev jê bernedin…
PeyamaKurd – Krîza navbera Tirkiyê ya li ser kirîna sîstemên parastina hewayî S-400ên rûsî rû daye, bi daxuyaniyên herdu aliyan berdewam dike ku ne Amerîka ne jî Tirkiye paşde gav navêje.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Mike Andrews piştî nameya dorpêçan a Wekîlê Wezîrê Derve Patrick Snahahan car din destnîşan kir ku heger Tirkiye S-400an teslîm bistîne ji Rûsyayê, dê bernameya F-35an pêl bi pêl bidawî were û heta ku dev ji S-400an bernede jî bernameya F-35an berdewam nake.
‘Tirkiye dev ji S-400an berde dê bernameya F-35an bidome’
Andrews diyar kir, heta ku Tirkiye dev ji standina S-400an berde dê wê çaxê bernameya radestkirin û perwerdeya balafirên F-35an berdewam bike.
Rayedarê Amerîkî herwiha da zanîn ku ew hîn jî bi hêvî ne ku Tirkiye standina S-400an betal bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro bi daxuyaniyekê dubare ragihand ku wan S-400an standine û dê werin Tirkiyê. Çavuşoglu herwiha got ku li hember dorpêçên Amerîkayê dê hin gavên ku ew li dijî Amerîkayê bavêjin hebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin