Li ser zêdebûna nakokiyên navbera PKK û Tirkiyê ji Iraqê daxuyaniyeke balkês hat dayîn

10 July 2024 08:24 0 dîtin
Li ser zêdebûna nakokiyên navbera PKK û Tirkiyê ji Iraqê daxuyaniyeke balkês hat dayîn

PeyamaKurd – Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku zêdebûna aloziya navbera PKK û Tirkiyê tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê.

Komîsyona Asayîş û Berevaniyê zêdebûna aloziya navbera PKK û Tirkiyê li Herêma Kurdistanê weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir û ragihand, nabe Hikûmeta Iraqê li hember vê yekê bêdeng bimîne.

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê yê Parlamentoya Iraqê Muhammed Hesen Razî jî diyar kir ku komîsyon nizanin çima hikûmeta Iraqê li hemberî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bêdeng maye û tu helwestê nîşan nade û wiha got:

"Li gorî daxuyaniya yek ji şêwirmendên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, dibe ku bêdengî nîşana wê yekê be ku Hikûmeta Iraqê operasyonan pesend kiriye yan jî bi Hikûmeta Iraqê re hemahengiyê dike."

Endamê komîsyonê Razî bal kişand ser wê yekê ku ew vê yekê wek binpêkirina serweriya Iraqê dibînin û dê helwestek cidî nîşan bidin, Razî da zanîn ku Hikûmeta Iraqê derbarê mijarê de komîsyonan agahdar nekirine.