Ji Pompeo daxuyaniya sepandina dorpêçên ser Îranê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amrîkayê Mike Pompeo bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, wan dorpêçên ser Îranê yên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) rakiribûn car din xistine meriyetê.
Pompeo got ku wan firsend dane Îranê lê ew li ser soza xwe nesekinîne û loma biryar hatiye dayîn ku cezayan bidin Îranê.
Pompeo da xuyakirin ku biryara berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê bicihanîn û hişyarî da welatan ku heger van biryaran bicih neyînin wê bên cezakirin.
Wezîrê Amerîkî diyar kir, "Îranê peymana 2015an a atomî bicih neaniye. Li şûna wê, Mollayan bi serweta xwe li Yemen, Iraq, Lubnan û Sûriyê mirin û wêrankarî zêde kirine. Ev jî nayê qebûlkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin