Ji Pûtîn sînyala çareseriya dîplomatîk bi Amerîka û NATOyê re...
PeyamaKurd – Koşka Seroktiya Rûsyayê bi daxuyaniyekê peyama Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo Roja Xebatkarên Dîplomasiyê belav kir.
Pûtîn di peyama xwe de, bêyî bi nav bike bal kişandiye ser aloziya Ûkraynayê û gotiye, pêwîste Amerîka û NATO derbarê garantîyên ewlehiyê yên Rûsyayê de gav bavêjin.
Herwiha Pûtîn di peyama xwe ya rêya dîplomasiyê vekirî hiştiye de dibêje, divê li hemberê gef û xeteriyan xebatên hîn zêdetir û bi israr bêne kirin.
Pûtîn di peyamê de serdestiya hiqûqa navdewletî û rola kordînekirinê ya Neteweyên Yekbûyî jî bi bîr xistiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin