Ji Rîyad û Atînayê hewla hevkariya leskerî û parastinê
PeyamaKurd - Sererkanê Giştî yê Erebistana Sihûdî Feyad Hemed Ruweylî û hevtayê wî yê Yewnanistanê General Dîmîtrîs Hupis, bi mebesta hewldana sazkirina têkiliyên parastinê û hevkariya leşkerî yên di navbera her du welatan de hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtina ku li paytextê Erebistana Sihûdî Riyadê, li Sererkaniya Serfermandariya Giştî hat lidarxistin de, aliyan, ji bo berjewendiyên hevpar hevkariya dualî ya navbera her du welatan a di warê parastin û leşkerî û derfetên pêşxistina van hevkariyan nîqaş kirin.
Her du sererkanan her wiha geşedanên leşkerî yên li Rojhelata Navîn û yên cîhanê jî gotûbêj kirin.
Ji bo Orgeneral Dîmîtrîs Hupis, bi amadebûna cerdevanan merasîmeke fermî ya pêşwazîkirinê hate lidarxistin.
Di axaftin û merasîma pêşwaziyê de gelek fermandar û efserên hêzên çekdar ên Erebistana Sihûdî û Yewnanîstanê jî amade bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin