Ji Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê bo rûbirûbûna vîrusa koronayê
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 121 rêxistin û saziyan nameyek ji Serokê Giştî yê Rêxisitna Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanum Gebres, Berpirsê Rêxixtina Tendurtiyê ya Cîhanê li Rojhilata Navîn Dr. Ehmed El-Menzerî, berpirsê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Girêdayî Tenduristiya Bedenî û Hizmendî Dr. Dainius Bourasbi re şandin.
Di nameyê de ji bo rûbirûbûna metirsiya vîrusa koronayê banga alîkariya tenduristiyê ji bo Rojhilat û Bakurê Sûriyê hate kirin.
Di nameyê de wiha hat gotin:
"Em 121 rêxistin û saziyên herêmî û xwecehî û navdewletî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar belavbûna Koronavîrusê (Covid -19) li cîhanê û dewletên derdorê yên Sûriyê dişopînin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî beşî dorpêçkirî ye û ji ber kêmbûna kador, xizmetguzarî û alavên tenduristiyê zehmetiyan dikşîne. Her wiha alîkarî li ser sînor hatine rawestandin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro zêdeyî 4 milyon welatî dijîn, di nav de zêdeyî milyon koçber ên ji herêmên cûda yên Sûriyê hene. Pêwîstiya van welatiyan bi xizmeta tenduristiyê heye. Her wiha zêdeyî sed hezar koçber di nava 11 kampan de dijîn. Dîsa jî bi hezaram malbatên çekdarên biyanî yên Rêxistina Dewleta Îslamî hene ku di kampa Holê de di rewşên mirovî yên zehmet de dijîn.
Ji ber tunebûna alavên keşifkirina vîrusa Koronayê(Covid-19) desthilatdarî û rêxistinên mirovî li zingilê xeteriyê bide. Şam hewl dide ku Rêveberiya Xweser neçarî teslîmbûnê û dana tawîzan bike, li Serêkaniyê ya di bin serweriya komên girêdayî Tirkiyê ku hewl da di demên dawî de avê li ser bajarên Hesekê, Til Temir, Hol û Erîşê qut bikin. Li gorî Fona Alîkariya Zarokan a NY (Unicef) ev yek xeteriya vegiertina vîrusê zêde dike.
Em rêxistinên civaka sivîl (navdewletî û herêmî) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi kedên tevahî desteyên navdewletî yên der barê bisînorkirina belavbûna vîrusê radighînin. Di heman demê de em bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û hemû rêxisitinên têkildar dikin ku bi bersiva lezgîn bidin û destekê bidin rêxistin, desteyên herêmî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin