Ji Rûsya daxuyaniya normalbûna Enqere-Samê: Em amade ne li Moskowê civînê saz bikin
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve Mihaîl Bogdanov, li ser proseya normalbûna Enqere û Şamê got ku ew amade ne li Moskowê civîneke bi formata sêalî saz bikin.
Bogdanov li Moskowê di civîna ligel rojnamevanan de li ser asayîbûna Tirkiye û Sûriyê wiha got:
"Em alîgirê wê yekê ne ku di navbera herdu welatan de li ser bingeha naskirina serwerî û yekparçebûna axa wan pêwendiyên xwe baş bikin. Em dixwazin ev pêvajo bidome û serokên herdu welatan werin ba hev. Ji bo hevdîtineke wiha amadekariyeke cidî pêwîste. Em amade ne bi rayedarên Şam û Enqerê re li Moskowê civîneke formata sêalî saz bikin.”
Herwiha Bogdanov da zanîn ku ew bi rayedarên Îran û Iraqê re jî li ser vê mijarê di têkiliyê de ne û herdu welat jî alîgirên başkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin