Ji Rûsya daxuyaniya normalbûna Enqere-Samê: Xebatên nexserêyê dest pê kir!

18 May 2023 19:32 0 dîtin
Ji Rûsya daxuyaniya normalbûna Enqere-Samê: Xebatên nexserêyê dest pê kir!

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov, derbarê proseya normalbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê de daxuyanî da.

Li gorî nûçeya ajansa rûsî Sputnikê Bogdanov di civîna li bajarê Kazan ê Tataristan a ‘Rûsya û Cîhana Îslamî’ de, li ser mijara xebatên bo asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê axivî û ragihand, xebatên li ser nexşerêya normalbûna pêwendiyên Enqere û Şamê dest pê kirine.

Bogdanov, daye xuyakirin ku dê danûstandinên li ser nexşerêyê dewam bikin û ew li bendê ne piştî hilbijartinên Tirkiyeyê careke din civîna çaralî ya wezîrên derve yên Rûsya, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê li dar bixin.