Ji Rûsyayê 15 ton alîkariya însanî ji bo Xezzeyê hat dayîn
PeyamaKurd – Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragihand ku balafireke din a alîkariyên mirovî ku tê de 15 ton xwarina zarokan û pêdiviyên tenduristiyê hilgirtibû, ji bo Şerîda Xezzeyê hat şandin.
Di daxuyaniya wezaretê ya li ser kanala Telegramê da hat diyarkirin ku balafira L-76 a ku 15 ton malzemeyên alîkariyê yên însanî hildigirt ji Moskovayê ber bi Misirê ve birê ket û ji mexdûrên şer ên li Şerîda Xezzeyê re hat şandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, alîkariyên ku hatine şandin ji xwarina zarokan, malzemeyên paqijiyê, betanî û kîsên razanê pêk tê û ew ê malzemeyên ku hatine şandin ji Xaça Sor a Misrê re bên şandin.
Ji pevçûnên navbera Îsraîl û Hamasê yên ku di 7ê Cotmehê de destpê kiribû, hezar û 200 Îsraîlî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn.
Di bomberdûmanên tund ên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê yên di çarçoveya şer û pevçûnan de 6 hezar û 150 jê zarok 4 hezar jin 14 hezar û 854 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Do saet di 07:00 de 4 roj rawestana însanî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de ket meriyetê.
Hamasê di 23ê Mijdarê de ragihandibû ku di nav şandeya mirovî de rojane 200 kamyonên alîkariyê û 4 kamyonên sotemeniyê ji bo hemû deverên Xezzeyê tên şandin.
Serokê Ajansa Ragihandina Çapemeniyê ya Misirê Ziya Reşvan diyar kir, di roja ewil a betlaneya însanî de 200 kamyon alîkariyên însanî, 2 ambûlansên ku ji Fona Bijî Misrê hatine dayîn, 15 qemyonên Nexweşxaneya Zevî ya Urdunê û 11 kamyonên Nexweşxaneya Meydan a Îmaratê ketine Xezzeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin