Ji Rûsyayê bangewaziya krîza aborî li cîhanê
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, ji medya Rûsî re ragihand ku ji ber krîza tenduristiyê ya pandemîya koronavîrusa nû Covid-19 krîza aborî jî li ber derî ye û pêwîste welatên cîhanê vê krîzê bi hevkariya hevdu kordîne bikin.
Peskov got ku di rojên pêş de wê krîzeke mezin a aborî li cîhanê xwe nîşan bide û ji bo xwe li ber bigirin jî pêdivî bi hevkariya welatan heye.
Berdevkê Kremlînê got, ji ber vê pêwîste gelek dewlet xebatên xwe yên dijî krîzî bi kordîne û hevbeşî bimeşînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin