'Amerîka dorpêçên li ser Rûsyayê bisepîne wê aborîya cîhanê bikeve qeyraneke mezin'
PeyamaKurd – Rojnameya New York Times a Amerîkî li ser îhtimala sepandina dorpêçên aborî bi ser Rûsyayê de, gotarek belav kir.
NYT di çarçoveya aloziya Ukrayna û Rûsyayê de ku guman heye Rûsya Ukraynayê dagir bike û rêveberiya Amerîka jî dorpêçên tund li ser Rûsyayê bisepîne ragihand ku heger tiştekî wiha pêk were, dê ‘panîka fînasmanê’ pêk were û aboriya cîhanê jî derbeyeke mezin bixwe.
Di gotara NYTê de hatiye gotin, dorpêçên Amerîka li ser Rûsyayê bisepîne wê li ser welatên pêşketî û bi taybet jî li ser Ewropayê hejîneke mezin çêbike û îstiqrara aboriya gerdunî bixe nav xeteriyê.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîka Joe Biden gotibû, heger Rûsya Ukraynayê dagir bike ew dê dorpêçên heta niha nehatine dîtin bi ser wan de bisepînin û aboriya wan têk bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin