Ji Salih Muslim bo aloziya navbera hêzên Esed: Em dikarin wan ji Qamislo derxin!
PeyamaKurd - Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim, li ser aloziya navbera hêzên rejîma Sûriyê û hêzên rêveberiya xweser li Qamişlo nirxandin kir.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji 3yê vê mehê ve piştî binçavkirina endamekî hêzên ewlehiya hundirîn alozî çêbûbû û navenda leşkerî ya rejîma Sûriyê ya li Qamişlo hatibû dorpêçkirin. Aloziya ewlehiyê li Qamşilo berdewam dike û hêzên Kurd sedema wê wekî tevgera ne rewa ya Çekdarên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî Hikûmeta Şamê nîşan didin.
Herî dawî îro 7ê Çile hat ragihandin ku dorpêça ser hêzên rejîmê yên li Qamişlo bi navbeynkariya Rûsyayê hatiye rakirin.
Salih Muslim hikûmeta Şamê bi derxistina aloziyan a bi zanebûn tohmetbar kir û li ser bûyera aloziya ewlehiyê got, ew dikarin hêzên Şamê ji Qamişlo derxin.
Salih Muslim ji medya nêzîkî partiya xwe re li ser mijarê got: “Rêveberî dikare hêzên hikûmeta Şamê ji Qamişlo rake, lê têgihîştinek bi diyalogên berfireh ji bo tevahiya Sûriyê pêwîst e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin