Salih Muslim bo aloziya li Qamislo: Ya ku Rûsya dike bêaxlaqî ye!
PeyamaKurd - Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser şer û aloziya şeva borî ya li Qamişlo di navbera milîsên rejîma Sûriyê Difaa El-Wetenî û hêzên asayîşa Rojava de daxuyanî da.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê SOHRê di şerê şeva borî de, endamekî asayîşa Rojava hatiye kuştin û ji milîsên rejîmê jî 5 kes hatine kuştin û piştî bûyerê hêzên Asayîşa Hundirîn ên Rojava hin taxên li Qamişlo yên hêzên milîs tê de bûn xistine kontrola xwe.
SOHRê diyar kiriye ku piştî bûyerê Rûsya ketiye navberê daku aliyan li hev bîne û alozî were kêmkirin.
Salih Muslim ji medya nêzîkî partiya xwe re bûyera şeva borî wekî lîstoka rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi nav kir û da xuyakirin: “Bê guman têkiliyên wan çi ji aliyê Rûsan ve bin, çi jî ji aliyê hikumeta Şamê ve, ne cara yekem e û nabe ya dawiyê jî. Bi van tevlîheviyan dixwazin di nava gel de bêbaweriyê çêkin ku gel çavtirsandî bikin û ji aliyekî de bibêjin em hene. Êdî tê zanîn ku ew tevlîheviyê derdixin, paşê jî Rûsya dikeve navberê ku ev yek bi zanebûn tên kirin û tiştekî bêexlaqî ye.”
Muslim diyar kir, armanceke van tevlîheviyan zêdekirina derxistina dengan di hilbijartinên hikumeta Şamê de ye û wiha axivî: “Nêzbûna hilbijartinên hikumeta Şamê jî esasê van tevliheviyan e. Ji bo ku bi wan ve bên girêdan û herin ser sindoqan û dengên xwe zêde bikin. Bi zextan, hesabên hilbijartinan dikin. Bi vê yekê dixwazin propagandaya xwe bikin û bibêjin em bi hêz in. Ev tiştên vala ne. Ev lîstokên hikumeta Şamê û Rûsyayê ne. Rûsya heman tişt li Eyn Îsa û Şehbayê jî kirin. Bi vekişandinê re xwestin tawîzan bigirin. Lê dîsa vegeriyan. Bi van nêzîkatiyan bawerî ne bi Rûsyayê ne jî bi hikumeta Şamê çêdibe û her ku diçe di nav gel de jî namîne. Ev nayê wê wateya ku hêzên me lawaz in."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin