Ji Sedir nameya Hesda Seibî: Xwe ji bazirganên cîhadê rizgar bikin!

18 December 2020 22:03 0 dîtin
Ji Sedir nameya Hesda Seibî: Xwe ji bazirganên cîhadê rizgar bikin!

PeyamaKurd – Serokê Bizava şîeyên Iraqê Sedir Muqteda es-Sedir, bang li Heşda Şeibî kir ku xwe ji ‘bazirganên cîhadê’ yên li taxên Bexdayê rizgar bikin.

Sedr piştgirî da girtina hin kesên nav Heşda Şeibî û got, “Girtina hin rayedarên Heşda Şeibî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve gaveke erênî ye. Lê divê xwe ji bazirganên cîhadê yên li taxên Kerade û Cadiriye rizgar bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Heşda Şeibî ragihandiye ku wan doh 6 navendên ku li Bexdayê derveyî biryar û prensîbên wan kar dikirin daxistine.

Herwiha Heşda Şeibî diyar kiriye ku ew navend ji ber binpêkirina dsîplînê hatine girtin ku pêwîste yên derveyî rêzikên wan tevbigerin bên şopandin û hesab bidin.