Ji Balyoza NY ya Amerîka nameya êrîsa ser Hesda Seibî: Bijardeya leskerî pêwîstiyek bû!

01 July 2021 14:53 0 dîtin
Ji Balyoza NY ya Amerîka nameya êrîsa ser Hesda Seibî: Bijardeya leskerî pêwîstiyek bû!

PeyamaKurd – Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield, di nameyeke ku roja Sêşemê ji Encûmena Asayîşa Navdewletî re şandiye de, êrîşa hêzên asmanî ya Amerîkayê bi ser milîsên Îranê de li sînorê Sûriye-Iraqê bibîr xist û ew êrîş wekî pêwîstiyeke bikaranîna bijardeya leşkerî nîşan da.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê ku nameya Linda Thomas-Greenfield bidest xistiye, di nameyê de hatiye diyarkirin ku bi êrîşa asmanî ya Amerîkayê hêzên milîsên Îranî yên berpirsên êrîşên bi dron û moşekan bi ser hêzên Amerîka yên Iraqê de hatine hedefgirtin.

Greenfield di nameyê de ew êrîşa ser Heşda Şeibî wekî hişyariyekê bo Îranê diyar kiriye û gotiye, “Ji ber ku bijardeyên ne leşkerî têrî kêmkirina rageşiyê nedikirin, bi vê hemleya leşkerî hat xwestin ku alozî û rageşî bê kêmkirin û rê li ber êrîşên zêdetir bê girtin.”

Li aliyê din Serokê Amerîkayê Joe Biden jî nivîsek derbarê êrîşa ser milîsên îranî de ji kongreyê re şandiye û tê de gotiye, dema pêwîst bike Amerîka amade ye ji bor bergiriya li hember gefan zêdetir gavan bavêje.