Sedir banga dûrxistina Hesda Seibî ji siyasetê û karên bazirganî kir...

12 June 2022 16:36 0 dîtin
Sedir banga dûrxistina Hesda Seibî ji siyasetê û karên bazirganî kir...

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, îro 12ê Hezîranê roja Yekşemê banga dûrxistina Heşda Şeibî ji siyaset, karên bazirganî û nakokiyên siyasî kir.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, di peyama xwe ya li ser salvegera damezirandina Heşda Şeibî de got: “Ji vir û pê ve ji bo her kesî pêwîst e Heşd bê birêxistinkirin, rêberên wê pabendî biryarên navendê bin, ew ji komên çekdar bên cudakirin û kesên xirab jê bên derxistin.”

Muqteda Sedir di beşeke din a peyamê de diyar kir: “Nabe Heşda Şeibî bikeve nava siyaset, bazirganî û nakokiyên siyasî û yên wekî din.”

Hêjayî gotinê ye, Heşda Şeibî di Hezîrana 2014an de piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, bi fetwaya desthilata olî ya şîeyan Ayetulla Elî Sîstanî hatiye damezrandin ku Îran piştevaniya wan dike.

Sedir beriya niha jî banga tesfiyekirina Heşda Şeibî û bêçekkirina wê kiribû û xwestibû karên wê bên sînorkirin.