Ji senatoran dijî ‘Plana Trump a Îsraîl û Filîstînê’ name: Ewlehiya Îsraîlê dixe metirsiyê!

29 January 2020 19:43 0 dîtin
Ji senatoran dijî ‘Plana Trump a Îsraîl û Filîstînê’ name: Ewlehiya Îsraîlê dixe metirsiyê!

PeyamaKurd – 12 senatorên Amerîkî yên ji Partiya Demokrat ku serkêşiya wan Chris Van Hollen, Bernard Sanders û Elizabeth Warren dikin, nameyek li dijî plana Serokê Amerîka Donald Trump a Rojhilata Navîn ku doh hatibû ragihandin nivîsandin.

Di nameyê de senatoran bi eşkerekirina planê re zêdebûna metirsiya ser Îsraîlê anîn ziman û herwiha bal kişand ser ku di planê de beşdariya Filîstîniyan tune ye.

Senatoran di nameyê de got ku Plana Aştiya Rojhilata Navîn ku wekî peymana sedsalê tê binavkirin, li dijî vizyona Amerîka ya dewleta serbixwe ya Filîstînê xiyanet e û ewlekariya Îsraîlê jî dixe bin metirsiyê.

Herwiha sentoran gotiye, plan şansê pêkanîna çareseriya du dewletî û aştiyê ji holê radike.

Di plana Trump de ku doh digel Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû eşkere kiribû de, Orşelîm (Qûds) wekî paytexta Îsraîlê ya jêneger hatibû naskirin û bi vî awayî serxwebûna dewleta Filîstînê ya pêşerojê jî hatibû qebûlkirin.