Ji Sererkanên Amerîka û Rûsyayê hevdîtina Sûriyê…
PeyamaKurd – Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford û Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasimov bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîn.
Derbarê pêwendiya telefonî ya Dunford û Gerasîmov de hat ragihandin ku herdu fermandaran li ser rewşa Sûriyê axivî ne û mijara nehiştina bûyerên nexwestî yên di têkoşîna dijî terorê de gotûbêj kirine.
Hêjayî gotinê ye, bi înisîyatîfa Rûsyayê 31ê Tebaxê artêşa Sûriyê agirbest li Idlibê ragihandibû, lê ew agirbest serî negirtibû.
Piştî agirbestê bi rojekê jî balafirên şer ên Amerîkayê li Idlibê baregeheke endamên El Qaîdê tê de bûn kiribûn armanc û CENTCOMê bi daxuyaniyekê ragihandibû û gotibû, “Idlib ji bo rêxistina terorî El Qaîdê bûye devereke ewle”.
Li aliyê din piraniya herêma parêzgeha Idlibê ku 3 milyon mirov lê dimînin, di destê rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) de ku hem Rûsya hem jî Amerîka wekî rêxistineke terorî wê dinasin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin