Sererkanên Amerîka û Rûsyayê pirsgirêkên ewlehiyê gotûbêj kirin

24 November 2021 20:03 0 dîtin
Sererkanên Amerîka û Rûsyayê pirsgirêkên ewlehiyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Li demeke ku Moskow amadekariya dagirkirina Ukraynayê dike, serfermandarên Amerîka û Rûsyayê peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê derbarê pêwendiyê de bêyî hûrgiliyên zêde ragihand, Valeri Gerasimov û Mark Milley bi têlefonê “pirsgirêkên heyî yên li ser ewlehiya navnetewî gotûbêj kirin”.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) jî ew pêwendî piştrast kir û got, di pêwendiya telefonî de “mijarên ewlehiyê yên cihê nîgeraniyê hatine axaftin”.

Herwiha Pentagonê ragihandiye ku ev civîn dewamiya hewldanên kêmkirina metirsiya şer e.

Hêjayî gotinê ye, Moskow îdiayên ku dibêjin ew amadekariya dagirkirina Ukraynayê dike red dike û Amerîka jî wê bi zêdekirina aloziyê tawanbar dike.