Ji Serok Barzanî spasî bo yekhelwestiya alîyên Kurdistanî: Destkefteke dîrokî ye!
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, piştî ku doh 1ê Adarê cara duyem kabîneya serokwezîrê raspartî yê Iraqê bawerî nestand û Mihemed Tewfîq Elawî ji erka avakirina hikûmeta nû vekişiye, peyamek ji raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê re belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe ya ku spasiya yekrêziya alîyên Kurdistanî ya li Bexdayê dike de dibêje: “Iraq ketiye ber qonaxeke nû ku tê de dikare derfetek ji bo bicihkirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan pêk bê û bingehek jî ji bo lihevkirin û sazanekî giştgîr ya niştimanî û jihevnêzîkbûna aliyan pêk bê.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Pir ji dil spasî hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim ku ji bilî hebûna nêrînên cûda yên siyasî, lê belê li babeta pêdan û pênedana baweriyê bi hikûmeta nû ya Iraqê de yekrêz bûn. Ev yekhelwestî destkeftekî dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê û cihê pêzanînê ye.
Di heman demê de jî spasî wan hemû hêzên siyasî yên niştimanperwer ên Iraqê dikim ku bi helwesta rast û mentiqiya xwe rêgirî li wê yekê kirin ku qeyranên Iraqê zêdetir kûr nebin û Iraq berev karesatê ve neçe. Ev helwesta wan li bingehên demokrasiyê û her wiha berçavgirtina daxwaza hemû pêkhatên Iraqê bû, ji bo rasterêkirina proseya siyasî, rêzgirtin bû. Piştî wê Iraq ketiye ber qonaxeke nû ku tê de dikare derfetek ji bo bicîhkirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan pêk bê û bingehek jî, ji bo lihevkirin û sazanekî giştgîr ya niştimanî û jihevnêzîkbûna aliyan pêk bê.
Mesûd Barzanî
02.03.2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin