Serok Barzanî spasîya Swêd kir: Di rojên teng de hembêza xwe ji Kurdan re vekir

11 February 2021 16:17 0 dîtin
Serok Barzanî spasîya Swêd kir: Di rojên teng de hembêza xwe ji Kurdan re vekir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Pêncşemê pêşwazî li Balyozê Swêd ê li Iraqê Lars Ronnas kir ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya herêmê û proseya siyasî ya Iraqê hat guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de guftûgo behsa rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê hat kirin û ronahî xistin ser gefên terorê yên li ser asayîşa cîhanê.

Balyozê Swêd li Iraqê spasîya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir ku di rûbirûbûna DAIŞê û parastina aştî û asayîşa cîhanê de roleke wan ya ber bi çav hebû.

Di civînê de herwiha pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Swêdê de û herwiha revenda (dîaspora) Kurdî li Swêd hatin axaftin û Serok Barzanî spasîya welatê Swêşan de hembêza xwe jêdê kir ku di rojên teng û enfal û i bo welatiyên Kurd re vekir.

Her du alîyan hêvî kir ku hebûna hejmareke zêde ya Kurdan li Swêdê, li ser berev pêşveçûna pêwendiyên her du aliyan de reng bide.