Serok Barzanî, Balyoza Swêdê qebûl kir

13 March 2023 17:30 0 dîtin
Serok Barzanî, Balyoza Swêdê qebûl kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ofisa Serok Barzanî ve hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya Balyoza Swêdê ya Iraqê û şanda ligel wê kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser pêwendiyên siyasî yên dualî û kêşeyên giştî û herêmî guftûgo hatine kirin.

Di agahiyên ku ji aliyê Ofsa Serokatiyê ve hatin dayîn de hat eşkerekirin ku Serok Barzanî îro Balyoza Swêdê ya Iraqê Jessica Svardstrom û şanda ligel wê pêşwazî kir û hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, astengiyên li pêşiya aramiya Iraqê û cîbicîkirina karnameya hikûmeta Iraqê hatine nirxandin.

Li gorî hat diyarkirin, di hevdîtina hatiye kirin de gefên hizra tundrewî û mezhebî ya li ser pêşeroja Iraq û navçeyê hatine guftûgokirin û tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa Şingalê hatiye kirin.

Her wiha hat zanîn ku di hevdîtinê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî yên di warên siyasî, aborî û dîplomasiyê de jî dan û stendin hatine kirin.