Serok Barzanî, Balyoza Almanyayê qebûl kir
PeyamaKurd- Ofîsa Serok Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya Balyoza nû ya Almanyayê li Iraqê Christiane Homann û şandeke pê re kir ku ji hejmarek dîplomat û şêwirmendên leşkerî yên Almanya pêk dihat.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahî li Balyoza nû yê Almanyayê ya li Iraqê Homann kir û ji bo peywira wê, hêviya serkeftinê kir.
Hat diyarkirin ku Serok Barzanî bal kişand li ser pêwendî û dostaniya navbera gelê Almanya û gelê Kurdistanê û spasiya gel, hikûmet û artêşa Almanyayê kir ku di şerê li dijî IŞÎDê de yarmetî û piştevaniya hêzên Pêşmerge kirine.
Serok Barzanî eşkere kir ku teror, metirsiyeke hevbeş e ji bo ser tevahiya mirovatiyê û heta niha jî ev metirsî berdewam e û pêwîst e hewildanên navnetewî yên ji bo jinavbirina terorîstan berdewam bin.
Hat diyarkirin ku Homann jî amaje bi metirsiya dubare bihêzkirina terorê jî kir û got ku welatê wî girîngiyê dide kar û hemahengiya hevbeş ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina aramî, bextewerî û aboriya bihêz.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên hevbeş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê û pir-rengiya çandinî û aborî mijarên din ên hevdîtinê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin