Serok Barzanî, Konsulê Gistî yê Almanyayê qebûl kir

20 December 2022 17:00 0 dîtin
Serok Barzanî, Konsulê Gistî yê Almanyayê qebûl kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Hewlêrê û şanda ligel wî kir. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî û siyasî guftûgo hatine kirin.

Di agahiyên hatin hatin parvekirin de hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî, Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher qebûl kir û hat zanîn ku di hevdîtinê de di derbarê navçeyê û rewşa siyasî ya giştî ya Iraqê de dan û stendina bîr û ramanan kirine, têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û bernameya hikûmeta nû ya Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Her wiha hat zanîn ku Peymana Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye destnîşankirin, were cîbicîkirin û hat tekezkirin ku ku bi vî rengî aramiya Şengalê pêk tê û xelk dikare vegerin malên xwe.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Klaus Streicher amaje bi wê yekê kir ku welatê wî dê di şerê li dijî terorê de hevkar û piştevanê Herêma Kurdistanê û Iraqê be û ragihand ku aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê ji bo Almanyayê girîngiyeke taybet heye.

Hat zanîn ku Serok Barzanî jî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kiriye ku di şerê dijî terorîstan de palpiştiya gelê Kurdistanê kirine û ragihandiye ku pêwendiyên navbera Kurdistan û gelê Almanya dîrokî û dostane ne.