Serok Barzanî: Spasî li erk û keda mamostayên Kurdistanê dikim
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, ji bo 59emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: “Ez pîrozbahî li hemû mamosteyên xoşewîst ên Kurdistanê dikim û ji bo wan hêviya serkeftinê dikim.”
Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê
Bi helkefta 59. saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahiyê li we yên birêz û hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Vê helkeftê bi derfet dizanim ku spasî rola bilinda mamostayan ya li belavkirina hişyariya neteweyî û niştimanperwerî û pêgihandina xwendekaran li hemû qonaxên şoreş û xebat û têkoşîna gelê me da bikim.
Eve jî herdem li ber çav e ku li xweşî û nexweşiyan da mamostayên Kurdistanê dilsozane û cangoriyane herdem pêşengê xweragiriyê bûne û nehiştine proseya xwendinê û zanistê li Kurdistanê da rawestê û ji bilî hebûna qeyran û kêşeyên mezin mamostayên azîz li handan û pêgihandin û berdewambûna fêrbûn û zanistê de mînakeke bilind bûne. Spasî li erk û keda mamostayên Kurdistanê dikim û em hemû xwe bi qerzdarê mamostayan dizanîn.
Hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim.
Mesûd Barzanî
15.05.2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin