Serok Barzanî: Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê xwediyê dîrokeke ges e

15 May 2024 12:13 0 dîtin
Serok Barzanî: Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê xwediyê dîrokeke ges e

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Em rêz û girîngiyê didin rola mamostayên Kurdistanê di perwerdekirina nifşên xwe de.”

Di peyama 15.05.2024ê de, bi helkefta 62 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pîrozbahî li rêveberiya yekîtiyê û hemû mamostayên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di karê wan de xwest.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê di qonaxeke dijwar de hatiye avakirin. Herwiha tekez li ser wê yekê kir ku rêxistinê di warê tekoşîna rêxistinî û pîşeyî û parastina maf û daxwazên mamostayên Kurdistanê û parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de xwedî dîrokeke geş e.

Serokwezîr Barzanî daxwaz kir ku mamostayên Kurdistanê di warê pêşxistina ramana niştimanperwerî, perwerdekirina rast û nûjen ji bo nifşan û hezkirina xelkê Kurdistanê û parastina destkeftên neteweyî û destûrî ya Herêma Kurdistanê li erkên xwe berdewam bin.