Serok Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê di soresê de rolekî bi bandor leyîstin

11 December 2021 19:05 0 dîtin
Serok Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê di soresê de rolekî bi bandor leyîstin

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema 69 em salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên (Afrêd) Kurdistanê peyamekî belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de sekretera yekîtiyê, rêvebirên wê û temamê jinên Kurdistanê pîroz kir. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Yekîtiya Jinên Kurdistanê nîşana serkeftina ku çawa jin li Kurdistanê tevlî jiyana siyasî û civakî bûne. YJK (YAK) rola xwe ya di şoreşê de ku yek jê bidestxistina mafên jinaye û di dewrên cuda de rola ku girtine ser milên xwe, herî baş bicîh anîne.

YJK, rêxistina têkoşîn û şoreşa xelkê Kurdistanêye, destekê daye şoreş û Pêşmerge, di perwerda jina de, di dayîna zanînê de û di têkoşîna mafê jinan de wezîfa xwe bicîh aniye.

Divê YJK, di roja me de têkoşîna xwe ya di warê pêkvejiyanê, medeniyet, yeksanî, ji bo şiddeta nav malê û civakî biqede têbikoşe, zanîna netewî xwurt bike û ji bo demokrasiyê têbikoşe.”