Ji Serok Mesûd Barzanî peyama bûyera êrîsa li Mêrdînê

19 January 2023 20:53 0 dîtin
Ji Serok Mesûd Barzanî peyama bûyera êrîsa li Mêrdînê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, derbarê êrîşa şeva borî ya Mêrdînê ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê hatin şehîdkirin, peyamek belav kir û sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyên êrîşê kir.

Serok Barzanî îro 19ê Çile roja Pêncşemê li ser êrîşa Mêrdînê peyamek belav kir û tê de got: “Ez ji ber bûyera êrîşkirina ser çend welatiyên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Mêrdînê ya Tirkiyê gelek xemgîn im. Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên wê êrîşê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.”

Serok Mesûd Barzanî destnîşan kir: “Ez ji wê yekê bawer im ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê hewla xwe ya cidî û temam dide, da ku rastiyên wê bûyerê werin eşkerekirin û encamderên vê tawanê werin dîtin û bigihin cezayê xwe.”

Şeva borî li ser rêya Hevrîşim a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, otomobîleke malbatên Duhokî tê de bûn û ji bo çareseriya pizîşkî çûbûn Bakurê Kurdistanê rastî êrîşekê hat û hemû kesên di otomobîlê de hatin gulebaran kirin.

Di encama êrîşê de pêşî 4 kesan can da û herî dawî jî Ehmed Celaledîn Îbrahîm ku weke Mele Ehmed Rêkanî jî dihat naskirin û di wê êrîşê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

4 welatiyên din ên ji Duhokê  ne û can dane; yek ji wan dayika Mele Ehmed Celaledîn e û navê wê Wahîde Heyder Casim (63 salî) ye. Sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah û Hindirên Ebdullah keça wan e.