Ji Serokomariya Tirkiyê daxuyaniya hevdîtina Jeffrey û Kalin
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey di roje duyem a serdana xwe ya Tirkiyê de, bi Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re hevdîtinek pêk anî.
Piştî hevdîtina ku li Koşka Serokomariya Tirkiyê pêk hat daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin ku tê de hat gotin, mijarên avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê û pêşhatên Sûriyê hatine axaftin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di hevdîtinê de ji Jefrrey re hatiye diyarkirin ku herêma ewle tenê bi razîbûn û li ber çav girtina bendewariyên Tirkiyê dikare pêk were û biryar hatiye dayîn, hevkariya Tirkiye-Amerîkayê di çarçoveya prensîbên bawerî û şefafiyetê de berdewam bikin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de têkoşîna dijî DAIŞ, PKK/YPG/PYD û hemû rêxistinên terorî û ewlekariya sînorî bo Tirkiyê hatine axaftin.
Li gorî daxuyaniyê têkoşîna dijî terorê li seranser Sûriyê, Nexşerêya Minbicê, komîsyona destûra nû ya Sûriyê û çareseriya siyasî ya di çarçoveya yekparçeyiya Sûriyê de di hevdîtina ligel şanda Amerîkî de hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin