Ji Serokomariya Tirkiyê daxuyaniya berdewamkirina qedexeya derve...

12 April 2020 13:58 0 dîtin
Ji Serokomariya Tirkiyê daxuyaniya berdewamkirina qedexeya derve...

PeyamaKurd – Şeva 10ê Nîsanê li 31 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi sedema pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona qedexeya derketina derve bo du rojan ango dawiya heftê hat ragihandin ku xelk pirs dike bê wê ev qedexe berdewam be yan na?

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê wan pirsan de da xuyakirin ku dibe ev qedexe were dubare kirin û ew dê li gorî rewşê biryarê bidin.

Şeva ku qedexe hat ragihandin bi sed hezaran kes bi panîk û xiroşî derketin derve ji bo pêdawîstiyên xwe yên xurek û tiştên din bistînin û ev vê jî hiştibû ku rênimayên bo vîrusa koronayê werin binpêkirin.

Kalin li ser vê jî dibêje: “Xwezil şeva înê rewşa panîkê çênebûya. Netirsin panîkê nekin û mesafeya xwe biparêzin. Mixabin dema qedexeyên wisa têne ragihandin kîjan saet be jî wisa hicûmî marketan dikin.”

Ji ber tenê berîya du saetan qedexe hat ragihandin gelek rexne li rêveberiya deshilata Tirkiyê hatin kirin ku li şûna rê li ber belavbûna vîrusê bigire hiştiye ku bêhtir kes bi wê nexweşiyê bikevin.