Ji SOHRê bîlançoya serê 10 salan ê Sûriyê: Nîv milyon kustî, 2,1 milyon birîndar û 13 milyon koçber…

01 June 2021 16:33 0 dîtin
Ji SOHRê bîlançoya serê 10 salan ê Sûriyê: Nîv milyon kustî, 2,1 milyon birîndar û 13 milyon koçber…

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), bi raporekê bîlançoya ji destpêkê heta niha ya şerê navxwe yê Sûriyê eşkere kir.

SOHRê ragihand, hejmara kesên ku li ser axa Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê 15ê Adara 2011an heta 30yê Gulanê hatine kuştin, gihîşt 494 hezar û 438 kesan.

Li gorî rapora SOHRê bîlançoya şerê 10 salan:

Hejmara kuştiyên sivîl: 159 hezar û 774 in; ji wan 119 hezar û 591 mêr in, 25 hezar û 48 zarok û 15 hezar û 135 jin.

Hejmara kuştiyên ciwanên çekdar ên di nava komên çekdar de: 79 hezar û 844 kes

Leşkerên hêzên rejîma Sûriyê: 91 hezar û 31kes

SOHRê herwiha da xuyakirin ku 66 hezar û 995 kes ji Dîfaa El-Wetenî û çekdarên alîgirên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Hezar û 707 endamên Hizbulaha Lubnanê, 8 hezar û 593 çekdarên biyanî yên alîgirên rejîma Şamê ku 264 leşker û çekdarên rûsî hatin kuştin.

Herwiha li gorî rapora SOHRê 215 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

27 hezar û 765 çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam û rêxistinên tundrew ên din û 40 hezar û 628 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

436 kesên nenas ku bi dîmen û wêne hatin belgekirin, hatine kuştin.

Di encama operesyonên leşkerî yên berdewam de, operasyonên topbaran û teqînan de jî zêdetirî 2,1 milyon welatiyên Sûriyê birîndar û gazî bûne û derdora 13 milyon welatiyên Sûrî jî koçber bûne.