Bîlançoya serê 9 salan li Sûriyê: 384 hezar kes hatin kustin...

15 March 2020 15:15 0 dîtin
Bîlançoya serê 9 salan li Sûriyê: 384 hezar kes hatin kustin...

PeyamaKurd - Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyeyê ragihand, di şerê navxweyî yê 9 salan ê li Suriyeyê de, 384 hezar kes hatine kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyeyê li ser hejmara kesên di şerê 9 salan ê Suriyeyê de hatine kuştin aşkere kir.

Li gorî rêxistinê di şerê 9 salan ê Suriyeyê de herî kêm 384 hezar kes hatine kuştin.

Rêxistinê diyar kir, ji vê hejmarê, 116 hezar kes xelkê sivîl in; 22 hezar kes zarok, 13 hezar kes jî jin in.

Rêxistinê da zanîn ku zêdetirî kesên hatin kuştin endamên rejîma Suriye û komên çekdar yên ku piştgriyê lê dikin bûne qurbanê şerê 9 salan yê Suriyeyê.

Li gorî vê jî herî kêm 129 hezar û 376 endamên artêşa Ereb ya Suriyeyê û çekdarên Suriyeyê yên biyanî ku piştevaniya rejîma Esed dikinin. Herwiha di vê demê de 1 hezar û 679 endamên Hizbulaha Lubnanên jî hatine kuştin.

Li gorî rêxistinê 67 hezar û 296 endamên komên îslamî yên radîkal jî hatine kuştin û di nava van koman de jî terorîstên DAIŞ, Qaîde û herwiha nêzî 57 hezar endamên komên din yên radîkal di nava 9 salan de hatine kuştin.

Hat destnîşankirin ku di nava 9 salan de li Suriyeyê, 111 leşkerên Tirk û 418 kesên bê nasname jî hatine kuştin.

Herwiha di daxuyaniyê de rêxistinê bal kişand ser hejmara windayên HSDê jî û hate gotin ku 12 hezar û 624 şervanên jin û zilam yên HSDê hatine kuştin.

Li gorî rêxistinê di nava 9 salan de zêdetirî 11 milyon welatiyên Suriyeyê ji cih û warên xwe bûne û penaber bûne.