SOHRê bîlançoya kustiyên serê Sûriyê ragihand: Di 2020an de hejmar kêm bûye...

31 December 2020 21:46 0 dîtin
SOHRê bîlançoya kustiyên serê Sûriyê ragihand: Di 2020an de hejmar kêm bûye...

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di rapora xwe ya şerê navxwe yê Sûriyê ya 2020an de ragihand ku kuştinên herî kêm yên şer û pevçûnan ji sala 2011ê ve herî kêm di sala 2020an de çêbûne.

SOHRê ragihandiye ku di nav sala 2020an de, hezar û 500 ji wan sivîl bi tevahî 6 hezar û 800 kes di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku ji wan sivîlên hatine kuştin jî 231 zarok in.

Li gorî SOHRê ji hêzên girêdayî rejîm Sûriyê jî di sala 2020an de hezar û 503 kes hatine kuştin.

Ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di nav salekê de 172 kes û ji rêxistina terorî DAIŞê jî 537 çekdar hatine kuştin.

SOHRê daye xuyakirin ku ev hejmarên herî kêm ên mirinan in ji sala 2011an ve ku heta niha di şerê navxwe yê Sûriyê de bi tevahî 387 hezar kes hatine kuştin ku ji wan 117 hezar kes sivîl bûn.