Ji Tirkiye û Rûsyayê daxuyaniya hevbes a Libyayê...

22 July 2020 18:13 0 dîtin
Ji Tirkiye û Rûsyayê daxuyaniya hevbes a Libyayê...

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser mijar Libyayê û danûstandinên bi Rûsyayê re daxuyaniyeke hevbeş a bi navê “Şêwra Asta Bilind a Tirk-Rûs” belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ji bo dawî li krîza Lîbyayê bê û bingeha çareseriyeke siyasî bê danîn; Serokên Tirkiye û Rûsyayê di 8ê Çileya 2020an de li Stenbolê hatin ba hev û serdestiya Lîbyayê, yekîtiya axa wê û serxwebûn wî welatî di çarçoveya rê û rêgez û mercên Neteweyên Yekbûyî de qebûl kirin.

Tirkiye û Rûsyayê ji bo li Lîbyayê şert û mercên agirbesteke mayînde û domdar çêbin biryar dan ku hewldanên hevbeş bidomînin.

Herdu welatan ragihandiye ku krîza li Lîbyayê bi awayî leşkerî çareser nabe û pirs tenê dikare bi pêşengiya Lîbyayiyan û bi xwedî derketina wan û bi hêsankirina pêvajoya siyasî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were çareserkirin

Herdu aliyan li ser wê yekê li hevkirine ku di mijara Lîbyayê de “Koma Xebatê ya Hevbeş” were avakirin û di demeke nêzîk de ji bo şêwrê li Moskovayê dest bi hevdîtinan bikin.

Ev daxuyaniya hevbeş di demeke ku hikûmeta Wîfaq a Libyayê bi piştgiriya Tirkiyê amadekariya operasyona Sirteyê dike hat belavkirin ku li aliyê din jî Misir ji bo destwerdana Libyayê bi biryara parlamenê re ketiye amadebaşiyê.