Daxuyaniya Rûsyayê li ser Tirkiye û Sûriyê

17 December 2022 10:59 0 dîtin
Daxuyaniya Rûsyayê li ser Tirkiye û Sûriyê

PeyamaKurd Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn ji çapemeniya Rûsyayê re axivî û geşedanên dawî yên li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê (Rojava) nirxand.

Verşînîn diyar kir, rewşa li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê zehmet e, lê ew di wê baweriyê de ne ku her du welat wê hewl bidin rewşê aram bikin.

Wezire Rüsyaye Verşinin got, “Em geşedanên li Sûriyeyê di serî de li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bi baldarî dişopînin. Rewşa li ser sînor zehmet e, lê ez difikirim ku heke li ser esasê fikara welêt li ber çavan bê girtin dê ji van hemûyan re çareserî bê dîtin." pabendbûna teqez bi serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê.”

Verşînîn herwiha da zanîn, çareseriya rewşa li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, wê ne tenê ji bo her du welatan, ji aliyê aramiyê ve jî sûdê bide hemû herêmê.