Daxuyaniya Tirkiye û Sûriyê ji Yûnanîstanê!
PeyamaKurd – Di dema ku bertekên erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê dewam dikin, Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Mitsotakis daxuyaniyek da. Mitsotakis di daxuyaniya xwe de got, "Yûnanistan û Tirkiye cîranên hev in ku divê di demên dijwar de alîkariya hev bikin."
Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Mitsotakis eşkere kir, tevî aloziya di navbera Enqere û Atînayê de, Yûnanîstanê alîkarî ji Tirkiyeyê re şandiye û wiha got:
“Yûnanistan û Tirkiye cîranên hev in ku divê di demên dijwar de alîkariya hev bikin. Ev ne erdheja yekem e ku li welatên me diqewime. Ev dem hatiye ku em bi awayekî demkî nakokiyên xwe bidin aliyekî û çareseriyek pir, pir acîl çareser bibînin."
Herwiha Mitsotakis tekez kir, şandina alîkariyan ji bo Sûriyê aloztir e û got, tu muxatabekî fermî li Sûriyê nemaye û tu garantî tune ku alîkarî bigihêje navçeyên ziyandar û xelkê, ev jî hewlên alîkariyê zehmet dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin