Ji Tirkiye û Sûriyê daxuyaniya xistina balafiran

01 March 2020 19:18 0 dîtin
Ji Tirkiye û Sûriyê daxuyaniya xistina balafiran

PeyamaKurd -  Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku 2 balafirên artêşa rejîma Sûriyê yên bi cureya Su-24 li herêma Idlibê hatine xistin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Pergaleke ku SIHAya me (Balafira bêpîlot a bi çek) xistiye û 2 pergalên din ên parastina asmanî hatine îmha kirin. Li Idlibê du balafirên rejîmê yên cureya Su-24 ku hicûmî balafirên me dikir hatine xistin.”

Herwiha ji aliyê xwe ve ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê jî xistina du balafirên rûsî yên artêşa Sûriyê piştrast kir.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihandiye ku balafira Rûsyayê ya Su-24 nehatiye xistin.