Ji Tirkiyê yekem daxuyaniya fermî li ser kustina Silêmanî...
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê kuştina Qasim Silêmanî de daxuyanî da.
Di yekem daxuyaniya fermî de hat gotin: “Em bi fikar in. Wê kuştina Silêmanî zirarê bide aştî û aramiya herêmê.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kir: “Em ji aloziya navbera Amerîka û Îranê ku li herêmê derketiye asta herî bilind bi fikar in. Em hişyarî didin ku wê ev alozî hem zirarê bide aştî û aramiya Iraqê û hem zirarê bide aştî û aramiya herêma me.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin