Yekem daxuyaniya eskere ji Almanya: Hebûna Tirkiyê li Rojava ne mesrû ye

06 July 2020 16:40 0 dîtin
Yekem daxuyaniya eskere ji Almanya: Hebûna Tirkiyê li Rojava ne mesrû ye

PeyamaKurd - Hikumeta Almanyayê yekem car û bi awayekî eşkere da xuyakirin, ew li dijî ketina artêşa Tirkiyê ya nav xaka Rojavayê Kurdistanê ne ku ev yek li gorî yasayê navdewletî ne yasayî ye.

Hikumeta Federal a Alman piştî du salan li ser pêşniyarnameya Partiya Çep li ser pêwendiyên bi Rêveberiya Rojava re (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) yekem car bi daxuyaniyekê bi awayekî eşkere li dijî hebûna Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê derket.

Şêwirmenda Wezareta Geşepêdanê ya Federal Marîa Flachsbarth bersiv da pêşniyarnameya Partiya Çep û wiha got: “Hebûna Tirkiyê ya li herêmê li gorî yasayên navneteweyî ne qanûnî ye.”

Parlamentera Partiya Çep a Kurd Hêlîn Evrîm Somme jî ew bersiv bi êrênî pêşwazî kir û diyar kir, “Gaveke girîng e ku yekem car bi dengekî bilind tê gotin ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne rewa ne.”