Ji Trump gotara êrîsa Îranê: Heke hûn ji gelê xwe hez dikin, dest nedin Amerîkiyan
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump, ligel generalên Amerîkî li Koşka Spî derbarê êrîşa Îranê de, gotarek pêşkeş kir.
Trump got, beriya êrîşê sîstemên wan ên hişyariyê ketine dewrê û di êrîşê de ti ziyanek negihîştiye Amerîkiyan û birîndarên wan tune ne, lê ziyana madî li baregehê çêbûye.
Serokê Amerîka da xuyakirin, "Qasim Silêmanî bi hezaran Amerîkî kirine hedef û diviyabû zû de bihata kuştin.Me bi vê çalakiyê peyameke zelal da. Heke hûn ji gelê xwe hez dikin. Dest nedin Amerîkiyan. Heger Îran helwesta xwe biguherîne jî dê dorpêçên aborî bi ser wan de bisepînin."
Trump herwiha da xuyakirin ku heta ew serokê Amerîka be dê Îran nebe xwediyê çekên atomî û wan bi çalakiya kuştina Silêmanî peyameke zelal daye Îranê.
Trump herwiha ji NATOyê jî xwest ku li Rojhilata Navîn rola xwe bilîze û erka xwe bicih werîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin