Trump kêliya dawî çima êrîsa ser Îranê betal kir?

21 June 2019 20:43 0 dîtin
Trump kêliya dawî çima êrîsa ser Îranê betal kir?

PeyamaKurd – Rojnameya New York Times (NYT) bi zarê rayedarekî bilind ê Amerîkayê ragihand ku piştî xistina firokeya bêmirov a Amerîkayê ji aliyê Îranê ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana êrîşa esmanî bo Îranê derxistiye û piştî hûrdemekê ew biryar betal kiriye.

NYT di nûçeya xwe de bi zarê dîplomatên Amerîkî dibêje, bendewariyek hebû ku heta demjimêr 19:00 hêzên esmanî yên Amerîkayê li armancên leşkerî yên Îranê wekî; bataryayên fuzeyan û radaran bixin, lê piştî ku Trump ji biryara xwe paşde gav avêtiye êrîş nehatiye kirin.

Li aliyê din ajansa Reutersê jî li ser heman mijarê ragihand ku rayadarên dewleta Îranê şeva borî bi rêya welatê Umanê peyama Trump wergirtine ku tê de dibêje, ew dixwazin bi Tehranê re li ser gelek mijaran biaxivin.

Li gorî çavkaniyên Reutersê Trump ji bo bersivê demeke kin daye Îranê û wan jî gotiye, biryar ya rêberê olî yê Îranê Ayetullah Xamaney e.

TRUMP: 10 DEQE BERÎ ÊRÎŞÊ MIN BETAL KIR...

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser nûçeyên betalkirina lêdana Îranê daxuyanî dan û got, "Ji bo ku li sê xalên cuda em bersivê bidin em ketin tevgerê û me çek bar kirin. Min pirs kir, 'wê çend kes bimirin?'. Generalekî got, '150 ezbenî'. Min jî beriya êrîşê bi deh deqeyan rawestand."

Trump herwiha da zanîn ku heke wan êrîş bikira dê êrîşeke ne hevseng bûya û got, "Eceleya min nîne. Şevê din dorpêçên nû li ser Îranê hatin zêdekirin."