Fermandarê Îranê bersiv da Trump: Heke biwêrin li 52 hedefan bixin…
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Musewî, bersiva gefên Trump ku gotibû 52 armancên Îranê diyar kirine ji bo lêbidin û got, heger Amerîka biwêre êrîş bike wê demê ew ê nîşan bidin ka ew 52 hedef yên kê ne ku dibin armanc.
Ebdulrehîm Musewî got ku ew gef bi armanca belavkirina bala raya giştî ya cîhanê ne û diyar kir, “Ji bo wê yekê ne ku wê kiryara xwe ya nemirovane veşêrin.”
Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê da xuyakirin ku kuştina Qasim Sulêymanî li cîhanê jî weke kiryareke nayê qebûlkirin tê dîtin û wiha got:
“Heke şerek çêbibe li dahatû ku bi dûrî dizanim û wêrekiya wan hebe, wê demê dê derkeve holê ka ew 52 armanc bi ser kê ve dibin.”
Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, roja 3yê Çileya 2020an, di encama êrîşeke Amerîkayê ya li nêzîkî Balafirxaneya Bexdayê de hatibûn kuştin.
Rayedarên Îranê gefa tolhildanê li Amerîkayê dixwin û dibêjin, ew dê toleke tund ji Amerîkayê hildin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin