Ji Ukrayna û Rûsya daxuyaniyên Kurskê: 'Her tist li gor planê ye'
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan 10 niştingehên li herêma Kurskê ya axa Rûsyayê, ku hêzên Ukraynayê ketibûn nav, vegerandine.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de agahîyên derbarê çalakiyên artêşa Rûsyayê li aliyê Kurskê de hatin dayîn û hat gotin ku şer di navbera hêzên Rûsyayê û Ukraynayê de li herêma Kurskê berdewam dike.
Hate diyarkirin ku "Di encama êrîşên yekîneyên girêdayî Koma Leşkerî ya Bakur de, di du rojan de 10 deverên herêmê hatin rizgarkirin".
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîş ji hewayê û erdê li ser cihên ku leşkerên Ukraynayê lê ne hatine kirin û hat destnîşankirin, Ukraynayê di 24 saetên dawî de zêdetirî 300 leşker û 24 wesayîtên zirxî winda kirine.
Hate eşkerekirin ku ji 6'ê Tebaxê û vir ve, artêşa Ukraynayê li aliyê Kurskê nêzî 12 hezar û 500 leşker, 101 tank, 42 wesayîtên şerê peyade, 83 wesayîtên zirxî yên personelê û 699 wesayîtên zirxî winda kirine.
"Her tişt li gorî plana me diçe"
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, di civîna çapemeniyê ya ku îro li paytext Kievê bi Serokê Litvanyayê Gitanas Nauseda re li dar xist de, got ku artêşa Rûsyayê dest bi êrîşan li dijî niştingehên Kurşçina ya li herêma Kurskê ku di bin kontrola Ukraynayê de ye kiriye û wiha got: "Rûsan dest bi çalakiyên dijêrîşê kir. Her tişt li gorî plana me diçe".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin