Zelensky: Wê Ukrayna her tistê xwe ji Rûsyayê bistîne

29 May 2022 16:46 0 dîtin
Zelensky: Wê Ukrayna her tistê xwe ji Rûsyayê bistîne

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, di roja 95emîn a êrîşên dagirkirinê yên berdewam ên Rûsyayê de daxuyanî dan.

Zelensky got, “Ukrayna wê her tiştê xwe ji Rûsyayê paşde bistîne. Ev neçariyek e. Ji bo vê dem lazim e. Em çi dikin ji bo wê dikin.”

Serokê Ukraynayê li ser herêmên şer giran bûye jî diyar kir, “Rewşa herêmên Donbas, Severodonetsk, Lysychansk, Bakmut û Popasnayê zehmet e” û da xuyakirin ku ew her diçe di dabînkirina çekan de nêzîkî hejmara çekên rûsî dibin.

Herwiha Zelensky bal kişand ser êrîşa ser kreşeke zarokan li Mikolayivê ji aliyê hêzên rûsî ve û da zanîn ku kesek miriye û 7 kes jî birîndar bûne û got: “Êrîşên bi vî awayî wê di encamê de pêwîstiya ku divê Rûsya wekî dewleteke terorî were naskirin bibîr bînin.”

Serokê Ukrayna di dawiyê de jî got ku artêşa Rûsya dibe asteng ji tehlîyekirina sivîlan a ji bajarê Hersonê.