Ji Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyanî: Erdogan bidin sekinandin

17 October 2019 20:20 0 dîtin
Ji Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyanî: Erdogan bidin sekinandin

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku welatiyên Sûriyê ji bo rûbirûbûna êrîşa Tirkiyê û parastina yekîtî û serweriya Sûriyê, niha ji her demê zêdetir hevgirtî ne û ji civaka navdewletî xwest ku ji bo rêgiriya gef û êrîşan sînor deynin ber Erdogan.

Li gorî ajansa dewleta Sûriyê SANAyê Wezareta Derve ya Sûriyê da xuyakirin ku tevî şermezarkirinên navdewletî jî Erdogan li ser êrîşa xwe ya li ser Sûriyê rijd e ku binpêkirineke eşkere ya yasayên navdewletî ye.

Wezareta Derve ya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi berpirsiyariya xwe rabe û fişarê li ser Erdogan bike da ku sînorekî ji êrîşa xwe re deyne û neçar bike ku dest ji siyaseta xwe berde ku ew siyaset li ser ewlekarî, aştiya herêmê û cîhanê gef e.

Wezareta Sûrî herwiha ragihand ku êrîşa Tirkiyê derb li hemû hewldanên çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê xistiye û got, ‘Êrîşkariya rejîma Tirkiyê, di serî de berevajî biryar û prensîbên Asatanayê ne ku lewma jî garantoriya Tirkiyê ya Astanayê nemaye.”