Ji WHOyê hisyarî: 2 cûreyên nû yên Covidê hatin tespîtkirin

04 May 2022 20:38 0 dîtin
Ji WHOyê hisyarî: 2 cûreyên nû yên Covidê hatin tespîtkirin

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) hişyarî da û ragihand, du cûreyên nû yên varyanta Omicron a Covid-19 hatine testpîtkirin.

Berpirsê Giştî yê WHOyê Direktörü Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, li ofîsa Cenevre ya WHOyê civîneke rojnamevanî li dar xist û pêşhatên dawî yên derbarê vîrusa koronayê de eşkere kirin.

Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, da zanîn ku li seranserê cîhanê kêmbûna mirinên ji Covid-19ê dewam dike û diyar kir, ev yek rewşê bi giştî rave nake.

Herwiha Ghebreyesus, hişyarî da ku du cûreyên nû yên varyanta Omicron li Afrîkaya Başûr derketine û ragihand, zêdebûna pêketiyên van demên dawî li Afrîkaya Başûr ew herdu cûreyên bi navê BA.4 û BA.5 in.