UNICEF û WHOyê hisyar kir: Bi sedan zarok hatin kustin, rews giran e!

10 October 2023 17:00 0 dîtin
UNICEF û WHOyê hisyar kir: Bi sedan zarok hatin kustin, rews giran e!

PeyamaKurd- Ajansa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEFê ragihand ku di 72 saetên dawî de bi sedan zarokên Îsraîlî û Fîlîstînî can dane û gelek jî birîndar bûn. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ragihand ku alavên tenduristiyê yên berê ji Xezayê re dihatin şandin qediyane.

Ajansa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEFê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi sedan zarokên Îsraîlî û Fîlîstînî jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûne û hat ragihandin ku biryarên metirsîdar ên qutkirina av û sotemeniya Xezayê dê mexdûriyeta li herêmê girantir bike.

WHOyê jî ragihand ku alavên tenduristiyê yên berê ji Xezayê re hatibûn şandin qediyan û piştrast kir ku ji destpêka êrîşên li ser zîvalayê yê Xezayê ve 13 navendên tenduristiyê rastî êrîşan hatine.

Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî got ku rayedarên Îsraîlî li bendê ne ku ji ber biryara qutkirinê li Xezayê qeyrana ava vexwarinê ya giran çêbibe.