UNICEF: Li Ukraynayê, bi sedan zarok hatin qetilkirin!

04 April 2023 14:00 0 dîtin
UNICEF: Li Ukraynayê, bi sedan zarok hatin qetilkirin!

PeyamaKurd- Rêvebera Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Catherine Russell, di derbarê wendahiyên şerê navbera Rusya û Ukraynayê de raportek belav kir û di wê raportê de diyar kir ku di vî şerî de bi sedan zarok hatine kuştin.

Catherine Russell, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got:

"Ji bo zarok û malbatên Ukraynayî, sînorê din ê trajîk derbas bû. Ji Sibata 2022yan û bi vir ve ku şer dest pê kiribû, herî kêm 501 zarok hatin qetilkirin."

Russell diyar kir ku dibe ku hejmara miriyan ji ya UNICEFê gelek zêdetir be û ragihand ku di şer de herî kêm 1000 zarok birîndar bûne û axaftina xwe bi vî awayî dewam kir:

"Li pişt her hejmarê, malbatek ku ji hev dikeve û her û her diguhere heye. Ew dilşikestinî ye. Di dawiyê de zarok û malbat hewceyê aştiyê ne û ew ê di demeke nêzîk de nebe."