Lales: Bi sedan zarokên êzidî ji aliyê komên nerewa ve hatine biçek kirin
PeyamaKurd - Berpirsê baskê Sinunê yê Binkeya Laleşê Dr. Silêman Fano eşkere kir ku komên nerewa li Şingalê bi sedan zarok biçek kirine ku hîn temenê wan negihîştiye 18 salîyê.
Fano ji BasNewsê re gotiye, “Rewşa xelkê Şingalê roj bi roj xirabtir dibe û ti guhertinek ji bo rewşa Şingalê tine, ku niha derfeta karkirinê jî li Şingalê nîne û komên nerewa her dema ku derfeta wan hebe zarokan dibin û dikin çekdar. Derveyî wê jî ew zarokên ku DAIŞê revandibûn û perwerde û rahênan kiribûn, ji sala 2014ê ve ev bû 9 sal û hîn jî ew zarok nehatine rizgar kirin. Wê demê zarok bûn, lê niha mezin bûne û li ser hizra terorîstî hatine perwerde kirin û metirsî heye ku dijî gelê xwe çek rakin. Ji ber ew di nav malbat û kesûkarên DAIŞê de mane.”
Berpirsê binkeya Şingalê yê Sinûnê diyar kiriye: “Heta niha Şingal dagirkirî ye û her carê bi awayekî tê dagirkirin. Hikûmeta Iraqê ji Sûriyê ve malbatên DAIŞê tîne Iraqê û hemû hevkariyê jî ji bo wan pêşkeş dike. Lê piştî 9 salan qurbanên jenosîda Şingalê ku koçber in, nikarin vegerin ser mal û halên xwe.”
Dr. Silêman Fano destnîşan kiriye ku komên çekdar jî karê xwe yê çekdarkirina zarokan dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin