Navenda Rewsenbirî ya Lalesê: Êzidî Kurdên resen in!

23 June 2024 10:30 0 dîtin
Navenda Rewsenbirî ya Lalesê: Êzidî Kurdên resen in!

PeyamaKurd - Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê li ser gotegotên ku Êzidî ji Kurdan neteweyeke cuda ne daxuyaniyek belav kir û ew îdia red kirin.

Navendê diyar kir, sed sal in çend alî hewl didin Êzdiyan weke beşeke resen ya gelê Kurd, ji koka wê ya dîrokî veqetînin.

Navenda Çand û Civakî ya Laleşê bi daxuyaniyekê ragihand:”Ji dema damezirandina dewleta Iraqê ve, bi taybetî ji salên şêstî yên sedsala borî ve, çend alî bi armancên pêşwext hewl dane ku Êzdiyan weke beşeke resen a gelê Kurd, ji koka wê ya dîrokî veqetînin. Ola Êzdiyatiyê ya kevnar, yek ji wan olên ku Kurd pê bawer in û tevî hemû karesat, neheqî, zulm û qirkirinên ku ji destpêka dîrokê ve rûbirû wan bûne, lê nasnameya xwe ya etnîkî û bermahiyên manewî parastiye û hemû metnên pîroz ên olê bi kurdî tên xwendin û ayînên wê jî mîna yên her oleke din ên Kurdistanê, tên cibicîkirin.”

Navenda Çand û Civakî ya Laleşê da zanîn, Kurdistan welatê yekem ê Êzdiyan e û perestgeha Laleşê di dilê Kurdistanê de ye. Êzidî bi birayên xwe yên ji olên din ên Kurdistanê re dîrok, erdnîgarî û zimanekî wan ê hevpar heye.

Navendê got: “Em wek Navenda Rewşenbîrî  û Civakî ya Laleşê di wê baweriyê de ne ku ji bo naskirina jenosîda Êzdiyan ji aliyê Dadgeha Tawanan a Navdewletî ve, ji bo pêkanîna dadperwerî û sizakirina tawanbaran, qerebûkirina qurbaniyan û jinûveavakirina deverên me bi taybet Şengalê, asayîbûna rewşa bajêr dûr ji her kêşeyeke siyasî û çekdarî kar dikin. Ev ji ji karên pêşîne ne ku divê her kes li ser bixebite û xwe dûrî mijarên ku birînên Êzidiyan kûrtir bike, bixe.”

Bang li hemû aliyên Êzidî hat kirin

Navenda Rewşenbîrî  û Civakî ya Laleş bang li hemû aliyên Êzidiyan kir ku bi rê û rêbazên xwe yên siyasî û rewşenbîrî, rêzên xwe bikin yek û zimanê diyaloga biratî yê avaker ji bo gotûbêjkirina hemû mijarên girêdayî civaka xwe û xurtkirina pêwendiyê biratî û xweşewîstî ligel hemû pêkhateyên Kurdistanî û Iraqî bipejirînin.

Navenda Rewşenbîrî  di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em bang li hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hemû mafên rewa yên pêkhateya Êzîdî garantî bikin û wan li gorî prensîbên dadperweriya civakî beşdarî di birêvebirina aliyên cuda yên dewletê de bikin û di maf û erkan de cudakariyê di navbera pêkhateyan de nekin.

Êzidî beşeke bingehîn a Gelê Kurd in

Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan jî roja 08.06.2024an derbarê hewlên çend aliyan bi rêya Parlamentoya Iraqê, ji bo guhertina nasnameya Êzîdiyan ji Kurdî bo neteweyeke serbixwe, daxuyaniyek weşandibû û gotibû: “Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan bi tundî her hewlek ji bo guhertina nasnameya Êzidiyan ji Kurdî bo her neteweyeke din û destkarîkirina li vê nasnameyê red dike. Êzidî beşeke bingehîn a gelê Kurd in û rehên wan ên dîrokî û çandî bi kûrahî di xaka Kurd de çespandî ne.”

Encûmena Ruhanî da zanîn, “Êzidîtî oleke kevnar e ku dîroka wê bi hezaran salan e û beşek ji mîrasa kevnar a gelê Kurd e. Êzdî bi zimanê kurdî diaxivin, adetên wan li gorî çanda giştî ya kurdî ye. Êzidiyan tevî dijwarî û çewisandinên ku rû bi rû wan bûne, bi sedsalan nasnameya xwe ya olî û netewî parastine.”

Encûmena Ruhanî ya Êzidiyan tekezî li ser wê yekê dike ku pêwîst e rêz li nasnameya kurdên Êzîdî bê girtin û hewla guhertin û sextekirinê neyên dayîn. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin jî: “Parastina vê nasnameyê mafekî xwezayî û erkekî pîroz e û beşeke bingehîn a parastina mîrateyên çandî û olî yên gelê Êzidî û gelê Kurd bi giştî ye.”